
Kanala elevizyona NRTê bi zanebûn di derbarê serokê Kurdistanê de nûçeyên ne rast belav dike. Herî dawî cardin di nûçeyek ya xwe de dan xûyakirin ku, serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dizxwaze dema serokatiya xwe dirêj bike.
Herkes dizanê ku serokê Kurdistanê bi xwe daxwaz kir ku bi dengên gel werê hilbijartin. Ji bo ku ji partiyên siyasî zêdetir bibe dema mafên gel. Niha jî gotubêja ku serokê herêmê ji aliyê gel ve yan ji aliyê parlementoyê ve bête hilbijartin bûye babetek yê gengeşeyê.
YNK û derdora YNKê diwaze ku parlemento serokê Kurdistanê hilbijêre. Lê ev yek di mercên Kurdistanê de ne raste û hesabên siyasî di bin vê daxwazê de hene.
Ji bo vê jî carcarê hinek medya malum de di derbarê serokê herêmê de nûçeyên bê bingeh têne belav kirin.
Di derbarê nûçeya NRTê de peyvdarê serokatiya herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Êvariya îro şemî 30/03/2013 televizyona NRT li pexşa nûçeyên xwe da nûçeyekî belavkir ku qaşo birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza dirêjkirina dema Serokayetî kirina Herêma Kurdistanê kiriye.
Li bersîva wê nûçeya bê bingeh de radigihînîn ku birêz Serokê Herêma Kurdistanê li tu demek de daxwazkareke bi vî awayî nebûye û nekiriye. Tevahiya vê nûçeyê ji rastiyê dûre û tu bingehekî xwe tûne.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
30/03/2013