PolîtîkRojev

Namzetê serokê CHP:Em soza çareseriya pirsgirêka Kurd didin

Namzedê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di Kongreya Diyarbekirê ya CHP’ê de têkildarî pirsgirêka Kurd daxuyanî da û got: “Em pirsgirêka Kurd dibînin û dizanin û bêyî ku bikin mijara îstîsmara siyasî em ê çareser bikin û bimeşin.”

Namzedê Serokê Giştî yê CHPê û Parlamenter Ozgur Ozel di Kongreya Parêzgeha Diyarbekirê ya partiya xwe de axivî. Ozel soza çareseriya pirsgirêka Kurd da û got: Diyarbekir ne rê ye, armanc e. “Ew armanca aştî, biratî û azadiyê ye, Diyarbekir armanca hikûmetê ye.

Ozel ku di axaftina xwe de cihekî taybet da pirsgirêka Kurd û got, “Em pirsgirêka Kurd, li dijî nasnameya Kurdan, zimanê wan, xwe îfadekirina wan, li dijî her cure cudakariyê, li dijî her cure pirsgirêkan dibînin û dizanin. Neheqî li wan tê û em soz didin ku em ê li ser vê rêyê bimeşin hevalno, bêyî ku bikin mijara îstîsmara siyasî em ê vê pirsê çareser bikin.”

Ozgur Ozel beşek axavtina xwe de got: Dengê ku li Amedê ji Serokatî re stendin girîng bû, girîng bû ku parlementer were hilbijartin. Lê têkçûna hilbijartinê ya ku em jê re dibêjin hilbijartinên sedsalê, me dît, ku di dawiya vê hilbijartinê de, kesên ku dijminatiya komarê, kadroyên damezrîner, nirxên damezrîner ên Komar û bi taybetî jî Gazî Mustafa Kemal Atatürk nebin desthilatdar, me hemûyan nizm kir.

Back to top button