
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasima bibîranîna Cejna Neteweyî ya Almanyayê ku wek “Roja Yekbûnê” tê naskirin, bû.
Di merasîmê de nûnerên Serok Barzanî, nûnerê Serokwezîr, hejmareke berçav ji berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê, dîplomat, nûnerên welatên biyanî, civaka sivîl, kesayetî û mêhvanên civaka Herêma Kurdistanê amade bûn. .
Serok Barzanî bi helkefta hatina Cejna Neteweyî ya Almanyayê pîrozbahî li Almaniya kir û hêviya serkeftin û pêşkeftinê ji bo wan xwest û spasiya organîzator û karmendên Konsulusxaneya Almanya li Herêma Kurdistanê jî kir ji bo rêkxistina wê ahengê.




