Polîtîk

Emê bi serê xwe bikevin hilbijartinan

Endamê mekteba siyasî yê Yekitiya Niştimana Kurdistanê Adnan Miftî daxuyaniyek di derbarê hilbijartinê li Kurdistanê û Iraqê çêbibin da rojnama Erebî Şerk El Ewset.

Miftî  di derbarê hilbijartinên pêşerojê de çêbibin dibêje: Ji bo ku em bizanibin li Kurdistanê hêza me çikase, emê bi tenê bi wek YNK lîsteyekî tevlî hilbijartinan bibin. Sala 2009ê Goran ji YNKê veqetiya. Ev bû sedemek gelek bingeha me li gel Noşîrvan Mistefa cih girt.

Miftî dibêje ku, di hilbijartinên 2009ê ji berku bi lîsteyek hevbeş tevlî hilbijartina bûn nezanîn ka hêza wan ya ji dil çiye.

Di derbarê Hilbijatinan de Adnan Miftî dide xuyakirin ku, Emê bi serê xwe bikevin hilbijartina û piştre li gel Partiya Demokrata Kurdistanê hevpeymaniyê bikin. Niha gelek xelkê me yê li gel Goran çûyin vegeriyane.

Wek din jî tê zanîn ku ji bo cardin bibin yek hevdîtin di navbera YNKê û tevgera Gorande berdewamin. Ihtimala ku heta hilbijartinekî ev hevdîtin jî bigihin encamekî heye.

Gelo ev helwesta YNKê dê çi bandora xwe li hevpeymaniya stratejîk ya di navbera PDKê û YNKê de bike cihê gotubêjêye.

Back to top button