Hevpeyvîn

Karayilan:Metirsiyên şervanên me hene

Rojenemevanê Tirk Hasan Cemal li Qendilê bû. Cemal nêzikî 6 demjimêra li gel serokê KCKê Murat Karayilan hevpeyvînek pêkanî. Ji bo vê pêvajoyê navê Hasan cemal jî ji bo Heyeta Rûspiyan de derbas dibe.

Cemal dibêje: Eve sê carin ez tême Qendîlê. Cara yekem Gulana sala 2009ê dema destpêka “ Vekirina Demokratik“ li Tirkiye bû. Cara duyem sala 2011ê meha Hezîranê dema pêvajoya Oslo bû. Niha jî piştî peyama Ocalan ji bo sekinandina şer li Qendilê me.

Hevpeyvîna Hasan Cemal di malpera T24ê de hate weşandin.

Çend xalên girînd di hevpeyvînê de:

Murat Karayilan dibêje:
 “ Wek serok Apo gotî em qonaxek dîrokîre derbas dibin“

“Em ji bo serkevtinê bi hêvîne“

“ Carê serokwezîr Erdogan dibêje ku, me rîskek mezin girtiye. Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo me jî rîskên mezin hene“

“Divê em ji bo aşitiyê gelektir kar bikin“

“Aşitî pêkwerê herkes serdikeve“

“Dixweyê pêvazoya vekişandinê wek pêwîst ji aliyê BDPê ve nehatiye fam kirin.“

Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe de dide xuyakirin ku, ew jî dixwazin hêdî dengê çêkan bisekine. Lê ji bo vê jî divê hinek merheleyan re derbas bibin.

Di derbarê vekişandina hêzên çekdarên PKKê ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Karayilan dibêje:
“ Me jî got emê hêzên xwe vekişînin.Lê hinek daxwaziyên me hebûn. Me got bila parlemento di desturê de hinek guhertina bike. Yek ji wan daxwaziyên me, naskirina nasnama Kurd bû. Wek din me got bila perwerde bi zimanê zikmakî bibe destûr û hinek tiştên din.“

Piştre Karayilan dide xuyakirin ku ji bo çi ji dev van daxwaziyên xwe berdan.

“ Serok Apo dît ku ev daxwaziyên me pêvajoyê dixetimîne, û got:Ev gav ji aliyê dewletê ve neyê avêtin jî emê hêzên xwe derêxin derê sinorê Tirkiye. Bila di nav me de bawerî pêkwerê. Ji bo vê zemîn bê amade kirin hêzên me di cih de derdikevin derveyê sinorê Tirkiye“

Berdewamiya axavtina xwe de Karayilan dibêje:

Hevserokê BDPê Selahattin Demirtas dibêje pirsa şerê çekdarî ji % 99 xilas bûye, ji % 1 jî dikeve ser milê parlementoyê. Ev ne raste nirxandinek seresereye. Dixweyê pêvazoya vekişandinê wek pêwîst ji aliyê BDPê ve nehatiye fam kirin. Devjêiberdana çekan bi awayek nîhayî ne welê hesaniye. Insana jiyana xwe daniye holê derketine serê çiyan daxistana wan û îknakirina wan ne welê hesaniye.

Karayilan  Behsa rewşa berpirsên din yê PKKê dike û dibêje: Reveberiya me hemû li gel daxuyaniya serok Apoye. Cemil Bayik, Duran Kalkan Mustafa Karasu, Fehman Huseyin em hemî wek hev difikirin.. 

Karayilan beşek di axavtina xwe de behsa kadroyên PKKê dike û dibêje hinek têbinî û metirsiyên wan hene.

Di vê derbarê de Karayilan dibêje:

“ Tenê rêberî wek hev yek dîtînekî de be pirsê çareser nake. Metirsîyên hevalên me hene divê em vê ji holê rakin. Ez doh 250 kadroyên me yên şervan re civiyam ji bo wan ikna bikim.Di vê civînê de gelekan metirsiyên xwe gotin. Pirs gelekî zehmete. Hinek ji wan dibêjin“ Em hatine şer bikin, evê 10 salin em şer dikin, niha dema ku em nêzikî armancên xwe dibin hun dibêjin me bisekinin. Ev dîtinên cuda û metirsiyên heyîn ne aloziyek ya otorite desthilatê ye. Lê dive serok Apo wan ikna bike.

 

Werger: Rojeva Kurd/N.F

Back to top button