Li Tirkîyê nîqaşên li ser guhertina makzagonê didomin. Her çiqasî halîhazir pêşniyaz yan pêşnûmeya guhertina makzagonê neketibe rojeva meclîsa Tirkîyê jî, Serokkomar erdogan û rêvebirên AK partîyê guhertina makzagonê di her wesîleyê de tînin rojevê.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç, di derbarê makzagona nû de axivî û got: “Tu kes dev ji pîvanên bilind ên hiqûqê bernade”. Wezîr Tunç di derbarê makzagana nû de jî go: “Armanca me ew e ku em miletê xwe bigihînin makzagonek demokratîk û sivîl”.
Wezîrê Edaletê Tûnç, herweha di derbarê xebatên makzagona nû de got: “Sînorkirina azadîyan, cudakarîya jin û mêr, newekhevîya derfetan; ev hemû di paşerojê de man. Ji niha û pê ve yên dixwazin astengîyan derxînin pêşiya maf û azadîyên bingehîn wê gelê me li hemberî xwe bibîne, ji ber ku gelê me êdî hînî azadîyê bûye”.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç li Serokatîya Bajarê Karabûkê daxuyanî da.
Tûnç, diyar kir ku êdî gel hînî azadiyê bûye û wê ti kes dev ji hiqûqê bernede û got:
“ Ji niha û pê ve armanca me ev e ku em makzagona xwe demokratîktir bikin û neteweya xwe bigihînin makzagonek demokratîk û sivîl. Em ji bo vê yekê têdikoşin”