CîhanRojev

Kurdî di Wîkîferhengê de bû heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê

Kurdî di Wîkîferhengê de, beşa ferhengê ya Wîkîpediyayê, ji Farisî, Tirkî û Erebî bihurî û bû heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.

Li gor daneyên Wîkîferhenga Îngilîzî, Kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan de di rêza heştemîn a cîhanê de cîh digire. Her kesê ku bi Kurdî diaxive dikare peyvan li malperê zêde bike.

Malper xizmetek belaş pêşkêş dike. Peyvên lêzêdekirî piştî ku ji hêla heft çavdêran ve tên nirxandin, li ser rûpela fermî ya malperê tên parvekirin. Her roj peyvên nû li Kurdî zêde dibin.

Kurdî piştî Îngilîzî, Fransî, Malagasî, Çînî, Rûsî, Yûnanî û Almanî, di nav zimanên herî zêde de di rêza heştemîn de ye. Ferhenga Wîkîferhengê bi Erebî ji 67 hezar û 624, bi Farisî 104 hezar û 581 û bi Tirkî jî 359 hezar û 195 peyv pêk tê. Bi lêzêdekirina tenê peyvên ji zaravayên Kurmancî û Soranî li ser rezervan, Kurdî di rêza heştan de cîh digire. Lê belê di nav xezînê de zaravayên Goranî, Kirdkî (Zazakî) û Lûrî nînin.

Li gor rûpela Îngilîzî ya Wikipediayê, Kurdî tevî hemû zaravayên xwe, bi 1,2 milyon peyv û biwêjan piştî Fînî û Koreyî di rêza sêyem a cîhanê de ye.

Back to top button