Civak
Daxwaza cezayê giran ji bo girtiyên Ergenekonê
Di doza Ergenekonê de Dozer, cezayê herî mezin ji bo girtiyên doza Ergenekonê daxwaz kir. Dozer ji bo fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Tirkî yê berê Îlker Başbug û hinek generalan cezayê muebetê daxwaz kir.
Herweha ji bo hinek kesên din jî wek serokê Partiya Karker Dogu Perînçek jç ew cezayê giran hate daxwaz kirin.
Tevahî ji bo 19 girtiyên doza Ergenekonê cezayê muebetê hate daxwaz kirin. Eger heyeta dadweran jî vî cezayê ku dozer daxwaz kirî bipejirîne dê bandora xwe li gelek bûyerên siyasî û civakî bike.