Polîtîk

Ocalan cardin wek xwe got

Heyeta BDPê ya ku çûyî Îmralî, dema vegeriya di derbarê hevdîtina xwe û hinek tiştên ku Ocalan gotîn agahdarî dan rojnemevanan.

 

Selehatin Demirtaş behsa hevdîtina Ocalan kir û gotên ku Ocalan gotîn ji rojnemevann re got:

Ocalan gotiye: Pêvajoya ku heyî bi gavên erênî berdewam dike. Armanca me demokratkirina hemû Tirkiye ye. Hewldanên me ji bo vê ne.

Ji bo xizmeta vê armancê ez amadebûna bangekî ji bo Newrozê dikim. Dê ev peyama min bibe dîrokî.

Ez dixwazim pirsa çekan bê ku kesek din jiyana xwe ji dest bide bê çareserkirin.

Ji bo ev tişt bikevin praktîkê de, ew parlementoya ku îradeyek berz temsîl dike û pişgiriya  partiyên siyasî ez gelekî bi nirx dibînim

 

Ji bo çekdar xwe bidin aliyekî (derkevin derveyê Tirkiye û Kurdistana Bakur) û ji bo aşitî bibe berdewamiyek, ez hêvî dikim parlemento bi suret berpirsiyariya xwe ya dîrokî bîne cih.

Back to top button