CivakRojev

Divê herkes destê xwe têxe bin kevir

Serokê Lîsteya Enîya Yekgirtû ya Tirkmen a Iraqê û Serokê Enîya Tirkmen a Iraqê (ITC) Hasan Turan bang li hemû partî û alîyên siyasî yên bajarê Kerkûkê kir.

Serokê Lîsteya Eniya Yekgirtû ya Tirkmenên Iraqê û Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Hasan Turan, diyar kir ku divê her kes ji bo aramî û aştîya civakî ya Kerkûkê berpirsyarîyê bigire ser xwe û bang li hemû partî û alîyên siyasî yên li bajêr kir ku “belgeya rûmetê” îmze bikin.

Turan di civîna çapemenîyê de xwest ku li Kerkûkê alozî dernekeve û bûyer mezin nebin. Turan got divê dawî li vê hêrsê bê û berdewam kir: “Divê hemû partî li ser maseya dorberê rûnin û di derbarê îro û siberoja bajêr de biryara hevpar bidin”.

Turan diyar kir ku divê her kes ji bo aramî û aştiya civakî ya bajêr bi berpirsyarî rabe û daxwaz kir ku hemû alîyên siyasî ji bo gelê Kerkûkê soz bidin.

Turan bang li hemû partî û alîyên siyasî kir ku ji bo paraztina jiyana hevbeş, aştî û aştîya civakî ya li Kerkûkê “Belgeya rûmetê” îmze bikin.

Back to top button