Duran kalkan ji bilî daxûyanî û hevpeyvînên xwe di medya PKKê de rojnemeya PKKê Ozgur Politikayê de ji bi navê Selahattin Erdem nivîsên zimanê Tirkî dinivîsîne. Bawerim ne hewceyê mirov behsa Duran Kalkan bike. Ji bilî mirîd û PKKliyên şermok her Kurdek niştimanperwer Duran Kalkan nas dike û dizane kiye û ji bo çi di rêveberiya PPKê  de ye û cihê lêye nûnertiya kî dike.

Kalkan nivîsên xwe yên tirkî (Kurdî nizane,Tirk e û eve 40 salin di nava PKKê de ye hînê Kurdî nebûye ,berevajî Kurdên li Başûr,Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ku tevlî PKKê bûne hemû hînê zimanê Tirkî kirine) dinivîsînê de piranî PDKê dike armanc û di kesayeta PDKê de şerê dewletxwazên Kurdistanê dike.

Di nivîsa xwe ya herî dawî de behsa ” yekitiya Netewî ” dike  û dibêje: Ewên banga Yekitiya Netewî dikin ji berî her tiştekî divê bidin xûyakirin ku yekitiyek çewe dixwazin. Divê tê bigihin ku, Yekitiyek Netewî bi zihniyeta welatparêzî û çand Kurda çêdibe û divê li dijê xiyaneta PDKê tekoşînê bingeh bigrin.”

Bê guman berdewamiya nivîsa xwe Kalkan bi ehlaqê xwe yê sîxûrî êrîşê PDKê,Barzaniya û Kurdên niştimanperwer dike û wan bi xiyanetê itham dike. Ji bo vê yekê jî Duran kalkan endamê rêveberiya PKK bê ku şermê bike, îro bangî Kurda dike ku, yekitiyek li dijê PDKê û barzaniya ji bo têkbirina destkeftiyên netewî û vemirandina hêvîya hizrşn netewî dike. Rastî piştî vê nivîsê gerek Kurd bi xwe ve bihatan û kalkan birejimandan. Lê mixabin..

PKK ji roja avabûyî heta niha behsa cureyên yekitiyê dike. Bi dehan dezgeh bi navê ”Yekitiya Kurda aavakirine û gelek cara daxwaz ji PDKê kiriye ku di nava Yekitiyekî de bi hevre cih bigrin.

Herî dawî roja 23 Temmuza  2013ê li Hewlêr di serokatiya Mesud Barzanî de civînek hate li darxistin û di vê civînê de berpirsên PKKê amadebûn û ji bo konferansek netewî ku li Hewlêr bicive  hevpeymaniyek pêkhat û ji bo vê yekê jî komiteyek hevbeş ji gelek aliyên cuda hate avakirin. Lê wek tê zanîn cardin PKKê lingê xwe li vê hevkariyê de û ji bo têkçûna vê jî PDK tawanbar kir.

Di wî demî de jî PKK bi tenê manewrayek  û leyiztikek siyasî kir. Lê mixabin PDK jî hate vê leyiztika PKKê li gel wan ji bo civandina konferansek netewî kete di nava tevgerekî de. Her cara PDKê bawerî gotin ê daxûyaniyên PKKê aniye ketiye di nava xeletiyekî de û PKK bi awayekî xwe kiriye nawenda Kurdan de rewşa hatî rojevê ji bo berjewendiyên xwe yên rêxistinî bi karaniye.

Ji berî her tiştekî qebûlkirina PKKê wek partiyek Kurdistanî xeletiya herî mezine. Her aliyek vê yekê qebûl bike û li gora wê li gel PKKê tevbigere xusarek mizin dide tevgera azadiya Kurdistanê û destkeftiyên netewî.

Armanca PKKê ya sereke ewe ku, li başûrê Kurdistanê destkeftiya heyî têkbibe. PKK li herêma Kurdistanê sixûriya Îranê dike û şerê desthilatiya Kurdistanê dike. PKKê çewe li Şingalê li gel Heşda şeibî û hêzên pro Iraqî eniyek li dijê PDKê vekiriye. Niha jî heman tiştê li kerkûkê dike û li Kerkûkê jî cepheyek li gel Heşda Şeibî û beşek ji YNKê li bi fermana Îranê vakiriye û şerê PDKê dike. Rastî Gelek tişt hene ku, Mirov bêje ,lê eger heta wek vê gavê Kurda û taybetî aliyên siyasî,rewşenbîr,siyasetmedar, nivîskar û hûnêrmendên Kurd PKK nas nekirîbin,çi bê gotin valeye.

PKK rêxistineke ji aliyê dewleta Kûr a Tirkiyeve hatiye damezirandin. Îro jî sixûriya Îranê dike. Yanî kurtahî li bakur dewleta Kûr bi rêya PKKê û zilamên xwe wek Kalkan şerê tevgera Kurd kirin û Kurd têkbirin.Li Rojavayê Kurdistanê sîxûriya rejima Esad kirin û şerê Kurda kirin. Li Îranê bûn sîxûrê dewleta Îslamî û rê li aliyên Kurdistanî girtin, li Iraqê bûn hevalbendên Sadam û cardin şerê Kurda kirin.Niha jî bi wacibên xwe radibin û erke dagirkera dayîn wan bi cih tînin û şerê Tevgera Azadiya Kurdistanê,PDK û Barzaniya dikin.

Eger Kurda heta niha PKK û Siyaseta wê ya dijê destkeftiyên Kurda nasnekiribin, ew hêdî keramata xwe winda dikin.

Piştî di civakekî de kerameta  û kesayeta mirova nemîne ew civat mehkûmê têkçûnê ye û ji bo vê nirxên xwe yên civakî dûr dikeve.

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: