Civak

Pêşmerge li Kurdistanê rê nadin artêşa Maliki

Wezareta pêşmergeya hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember damezrandina baregeheke nû bo fermandeyîya operasyênên Cezîrê û Badiye li navçeya Şengalê ji aliyê wezareta berevaniya Iraqê ve bi fermî wezareta bergirîya Iraqê agahdar dike û radigihîne ku Kurdistan fermandeyîya Cezîre û Badiye nas nake û red dike.

Di ragihandinekê de, Sekreterê giştiyê wezareta pêşmergeya herêmê û berdevkê fermandeya hêzên parastina Herêma Kurdistanê  Ferîq Cebar Yawer got: “Li gor rêkeftina sala 2010`an di navbera wezareta pêşmerge a herêmê û wezareta berevaniya Iraqê, nabê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê bi bê rizamendiya lijneyên wezaretê ya bilind û bi bê agahdarkirina pêştir û pêwîstiya navçeyê tu hêzek li navçeyên Kurdistanê yên derveyî rêveberiya herêmê bi cî bibe.’

Yawer got: “Roja 5/3/2013 wezareta berevaniya hikûmeta federal a Iraqê bi bê tu agahdarî û bi mebesta damezrandina baregehekî nû bo fermandeya operasyon ya bi navê (Fermandeya operasyona Cezîrê û Badiyê) hatine navçeya Şengalê.”

Cebar Yawer amaje bi wê yekê dike ku ew karê hatiye kirin ne guncawe û ne li gor rênemayên karê hevbeşe ji bo vê jî ew wî karî red dikin.

Di beyannameyê de Cebar Yawer diyar kir ku, paş rûdana Dozxormatuyê li 16/11/2012`an de û alozbûna mercên giştî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê lijneya karê bilind a pênc qolî hate girêdan bi armanca çareserkirina kêşeyan û gihîştin bi planekî guncaw bo karê hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û wezareta pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û artêşê û wezareta bervanî ya hikûmeta federal a Iraqê de.

 

S.K/PNA

Back to top button