Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Em amadene arîkariya pêvajoyê bikin

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeta KCDêkir.

Di hevdîtinê de behsa pêvajoya nû ku destpêkirî hate kirin.

Her du aliyan jî behsa giringiya rêya diyalogê ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî kirin. Herweha behsa hewldanên ku ji bo sekinandina şer hate kirin. Barzanî got , divê ji bo çareseriya pirsa kurd rêya diyalogê û metodên demokratî bêne karanîn.

Barzanî da xuyakirin ku, ji bo çareseriyê û serkeftina vê prosesê tişta bikeve ser milê me amadene bikin.

Heyeta KCD behsa rolê serokatiya Kurdistanê û taybetî rolê serokwezîrê Kurdistanê kir. Heyeta KCD ji Barzanî daxwaz kirin ku ew hemû kanalên xwe yên dîplomatik ji bo çareseriya pirsa Kurd li Tirkiye kat bine.

Piştî dawû hatine civînê konferansek çapemeniyê hate darxistin. Di konferansa çapemeniyê de serokwezîr behsa helwesta hukumeta Kurdistanê kir û pişgirya xwe ji bo pirsa kurd li Tirkiye da xuyakirin.

Ahmet Turk jî behsa girîngiya rolê serokatiya Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê di vê pêvajoyê de kir.

 

Back to top button