Pirsa keça êzidî Sîmon Dawud û kurê misilman Hesen Nesrulah
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 28ê mê mehê, digel Konseya Bala ya çavdêrîkirina mafê jinan civiya û di civînê de behsa çareserkirina meseleya Sîmona êzidî û Hesenê misilman hat kirin.
Di civînê de serokwezîrê Kurdistanê li dor meseleya keça êzidî Sîmon Dawud û kurê misilman Hesen Nesrulah got ku, vê pirsê çend aliyên siyasî, cıvaki, navdewletî û qanûnî heye û di warê însane jî de ‘em li pêşiya berprisiyariyeke mezin dane. Divê em gelek bi cidî kar li ser vê pirsê bikin. Sîmon nuha di bin çavdêriya me de ye û ya parastiye. Em nuha nikarin tu biryara bidin.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de got ku, hikûmet dê li gor qanûnê û li ser esasê pirensîpên mafê mirov digel dosyeya Sîmona û Hesen tevbigere.
Civînê tekîd li ser giringiya hevkarî û hevahengiya navbera hikûmetê û komele û rêxistinên civaka medenî kir, bi tyabetî di warê çareserkirina pirsên mîna pirsa keça êzidî Sîmon Dawud û kurê misilman Hesen Nesrulah hevkariya hev bikin.
Weke tê zanîn roja 09.01.2013ê li gundê Şêxka ser bi bajarokê Alquş, başûrî Kurdistanê, kurê misilman Hesen Nesrula yê 20 Salî keçe êzidî Sîmon Dawud ya 11 Salî bo cîyek nediyar revand, lê piştî mehekê hikûmeta Kurdistanê ew dîtin û niha dibin çavdêriya hikûmetê de ne. Vmesele gelek lı navxwe lı lı derve deng veda.