CivakRojev

Fermandarê Cendirmeyên Erxenîyê hat girtin

 

Betîl û rişwet êdî bûye parçeyek ji jiyana rayedarên Tirkîyê. Çi di nav partîyên siyasî û dezgehên din de be, çi jî di nav desthilatdarî, dadwerî û artêşê de be, bertîl û bertîlxwarin bûye adet û herkes pê dewlemend dibe. 

Bertîl û rişwet berê jî hebû. Lê di van deh salên dawî de gihaye asta herî bilind. Kesê perê wî hebin û bertîlê bide, dikare xwe ji îdamê jî azad bike û di dezgehek herî bilind de jî bibe xwedîyê kursî û meqam.  

Dibêjin “pare her derî vedike”. Ev gotin bi taybet li erdnîgarîya Rojhilata Navîn û li welatên paşdemayî bingeha rastîyê ye. Her çiqasî li welatên pêşketî wek welatên rojava bertî û rişwet kêm be jî, heye. Lê li Rojhilata Navîn û welatên paşdemayî di astek bilind de ye. Yek ji wan welatên ku herî zêde bertîl û rişwet lê tê xwarin û tê stendin, Tirkîye ye.  

Fermandarê Cendirmeyan ê Erxenî ya Amedê Ahmet Eren, bi hinceta ku di qebûlkirina cerdevanan de bertîl xwariye hat binçavkirin. Hat ragihandin ku di dema fermandarî û serdozgerîya xwe de bi milyonan lire bertî xwariye û rişwet ji xelkê stendiye. Bi taybet di çarçoveya girtina cerdevanan û di bincilkirina kujtinên kesên bê sûc de bi milyonan lîre li xelkê stendiye. Fermandar Ahmet Eren herweha ji xwe re komek nijdevan û şebekeyek ji cerdevanan çêkiriye û bi alîkarîya şebekeya xwe mexdûrîyetek mezin çêkiriye. 

Serdozgerîya Komarê ya Amedê diyar kiriye ku Ahmet Eren bi rêya telefonê hatiye guhdarîkirin û wî di tayînkirina leşkiran de jî bertîl xwariye. 

 

Back to top button