CivakRojev

Heqê pasaportê bû 5 hezar û 444 lîre

 

Her çend enflasyona fermî ya li Tirkîyê ji sedî 38 hatibe ragihandin jî, bac û xerc ji sedî 50 zêde bûne. Xerca pasaporta 10 salan bû 5 hezar û 444 lîre. Ji bo buhabûna ku bû sedema bertekan, nirxandinên wek, “Ji bo wergirtina pasaportê lazim e em deyndar bibin” hatin kirin.

Ji îro pê ve bac û xerc ji sedî 50 hatin zêdekirin. Li gor Qerarnameya Serokkomariyê ya ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin heqê pasaporta 1 salî ji hezar lîreyî derket hezar û 512 lireyî. Heqê pasaporta 3 salan ji 2 hezar û 338 lireyî bû 3 hezar û 507 lireyî. Xerca pasaportên 3 salan ji 3 hezar û 295 lireyî derket 4 hezar û 943 lireyî. Bi giştî lêçûna pasaporta 3 salan digihêje 5 hezar û 444 lîreyan. Pasaportên ku ji sê salan zêdetir derbasdar in bi piranî li Tirkîyê tên dan.

Di nirxandinên ku li ser medyaya civakî hatin kirin de bihayê van pasaportan ji 5 hezar lîreyî zêdetir bû û nirxandinên “Ji bo ku em pasaportê bistînin divê kredîyê bikşînin û deyndar bibin” hatin kirin.

 

Back to top button