Minaqeşekirina jênosîda gelê kurd bandorê li Suriyeyê dike
Îro 28.02.2013ê dê parlamentoya Brîtaniyayê, ji bona bifermînaskirina tevkujiya gelê kurd weke jênosîda, minaqeşaeya pirsa jênosîda gelê kurd bike.
Li dor vê civînê parlamenter Robert Halfen dibêje:
– Eger jênosîda gelê kurd ji aliyê civaka navneteweî ve bi bi femî nehête naskiirn, hîngê bikujên gelê kurd nahên mehkeme kirin û nahên ciza kirin.
Parlamenter Meg Mon, li dor vê civînê dibêje:
– Minaqeşekirina jênosîda gelê kurd dê bandore xwe li ser bûyerên Suriyeyê hebe.
Parlamenter Fabîan Hamlet piştevaniya tev partiyên siyasiyên nav parlamentoya Brîtaniyayê bo vê civîna parlamentoyê pişt rast dike.
Parlamenter Jayson Mikartnîş ku, li serdema birêvebirina herêma dijîfirînê (bakurê İraqê) efserê hêza asîmaniya Brîtaniyayê bû, li dor vê civînê dibêje:
– Destnîşankirina civînekê li parlamentoya Brîtaniyayê ji bo minaqeşekirina jênosîda gelê kurd baştirîn peyama sersaxiyê ye ji bo bîranîna 25 saliya kîmiyabarana bajarê Helenceyê.
Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê a Brîtaniyayê li dor civîna parlamentoya Brîtaniyayê li ser pirsa bijênosîdnaskirina kîmliyabarna Helebce û enfalkirina gelê kurd, di daxuyaniyekê de dibêje:
– Jênosîda kareesatek bû ku, xelkê Kurdistanê malwêran kir, malbatên kurd ji ber wan tawanan jihev hatin dabirîn, kur û bav bi kom hatin koştin yan jî bisaxî binaxkirin, jin û zarok jî bi gazên jehrawî hatin bombebaran kirin. Em dixwazin dostên me jî wan tawanan nas bikin û bibe peyamek ji bo wan rijêmên zordar yên ku hizira xwe di bikaeranîna çekê kîmitawî de dikin.
Nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje ku, vê dawiyê her du parlamentoyên Swêd û Norvejê minaqeşeya jênosîda gelê kurd kir, revenda kurd li Brîtaniyayê pirs dike gelê çima parlamentoya Brîtaniyayê jî wê pêmgavê naavêje?
Meha adara sala 2012ê, bi însiyatîva parlamenterê brîtanî yê esil kurd Nazim Zehawî, li Brîtaniyayê kampaniyaya komkirina îmzayên elektronî dest pê kir û 27 600 îmza hatin komkitin û teslîmî parlamento û hikûmeta Brîtaniyayê kirin, ev civîna îro ya parlamentoya Brîtaniyayê jî li gor daxwaza wan îmza hatiye rêxistin.