CîhanRojev

Li Skoçyayê pêşangeha çanda Kurdî

 

Di pêşangeha festîvala koçberan a navnetewî de, ku her sal li Skoçyayê tê lidarxistin, dîrok, çand û êşên ku Kurdan kişandine hatin nîşandan. 

Festîvala koçberan a navnetewî her sal li bajarê Glasgow ê Scotlandê, di Hezîranê de tê lidarxistin. Rêxistina Zagros a ku ji koçberan pêk tê jî beşdarî festîvala îsal bû. Rêxistina Zagros bi pêşangehekê dîrok, çand û êşên ku Kurdan kişandine nîşan da. 

Rêxistina Zagros bi xebatên xwe yên hunerî xwest bi pêşengehê dengê milletê Kurd, dîrok û hunerên destan ji cîhanê re ragihîne. Amadekarên festîvalê diyar kirin ku ew dixwazin bi vê rêbazê neteweya Kurd ji cîhanê re bidin nasîn.

Amadekaran diyar kirin ku dixwazin dîroka qirkirin û komkujiyên li ser milletê Kurd û bi taybet êrîş û qetlîamên Helebçe û Enfalê pêşkêş bikin û bidin nasîn. 

 

Back to top button