CivakRojev

Konsulusê Fransa xatir ji serokê Herêma Kurdistanê xwest

Îro yekşem 02.07.2023 Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistana Iraqê Olivier Dicottini kir .

Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya hewlên birêz Dicottini bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Fransa spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku di erkê wî de hevkarî û piştevaniya wan kirine.


Back to top button