Kurdistan garantiyê dixwaze
Mueyd Teyb berdefkê lîsteya Hevpaymaniya Kurdistanê li parlamentoya İraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, îro roja çarşemiyê 27.02.2013ê dê heyeteke hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî serdana bexdayê bike û dê dosyeya pereyên heqdestê kompaniyên biyanî yên di warê neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin, çareser bikin.
Teyb got ku, Roj Nurî Şawîs cîgirê serokwezîrê İraqê, wezîrê pilandananê, wezîre neftê û wezîrê êkonomî ji teref hikûmeta Bexdayê dê di bin seroktiya Osame Nûcêfî serokê parlamentoya İraqê, digel heyeta Kurdsitanê bicivin û meselaya pereyên ku, pêwîste hikûmeta İraqê bide kompaniyên neftê yên li herêma Kurdistanê kar dikin, yekalî bikin.
Teyb got jî ku, serokên hemû kutleyên partiyên navparlamentoya İraqê dê beşdarî wê civînê bibin.
Berdefkê Hevpeymaniya Kurdistanî ew yek jî eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê garantiyê ji hikûmeta İraqê dixwaze, ji ber ku gelek caran hikûmeta İraqê razî bûye pereyê heqdestê kompaniyên neftî li herêma Kurdistanê bide, ‘Lê her car poşman dibe û wê meseleyê weke karteke zixtê li dijî herêma Kurdistanê bikartîne.