Polîtîk
Bawerî bi pêvajoya aşitiyê nîne
Endamê parlamentoya İraqê yê ser bi lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî di daxuyaniyekê de behsa danûstandinên aşitiyê yê navbera hikûmeta Tirkiyeyê û serokêzîndakiriyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike û dibêje ku, wî bawerî bi danûstandinên navbera hikûmeta Tirkiyeyê û serokêzîdankiriyê PKKê Ebdula Ocelan nîne.
Mehmûd Osman endamê parlamentoya İraqê di daxuyaniyekê de ji malpera Awêne re dibêje:
– Ez bi vê aşitiyê negeşbîn im û li hember wê aşitiyê hêşta bawerî ji bo min dirust nebûye. Topbarankirina sertixûban her berdewam e û Erdogan jî dibêje azadkirina Ocelan xeta sor e.