Di Temmûza 1993yan da, li Sêwasê, Şahîya Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek
rewşenbîr û hunermend jî beşdarî vê şahîyê bibûn.
Di roja 2yê Temmûza 1993yan da qalabalixîyeke mezin êrîşeke ne mirovane birin ser
Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê da
33 Reweşenbîr û hunermed û 2 xebatkarên Hotêlê hatin şewitandin, ji ber dûxanê
fetisîn.
Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk ra dê bibe mezel’’, li ber çavên polîs û
hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê.
Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.
Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatin vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin
girtin, qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine aşkere kirin, nehatine ceza
kirin.
Em qesas û êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî
rûreş dikin.
Em di 30emîn salvegera vê qetlîamê da, qurbanîyên qetlîamê bi giramî bibîr tînin.
02.07.2023