PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîra Almanyayê civîya

Serokê  Herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî bi Wezîra Hevkarîya Aborî û Pêşketîna Almanyayê Svenja Schulze re hevdîtin kir.

Nêçîrvan Barzanî, doh serdana Almanyayê kiribû. Hat zanîn ku mijarên girîng ên ku wê Barzanî di çarçoveya serdana xwe de li ser raweste, pêwendîyên Hewlêr û Bexdayê û berfirehkirina hevkarîyên hevbeş ên leşkerî û mirovî yên di navbera Hewlêr û Berlînê de ne. Di posta ku li ser hesabê Twitterê yê Serokatîya Herêma Kurdistanê de hatiye parvekirin, tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku îro Serokê Herêma Kurdistanê li Almanyayê ligel Wezîra Hevkarî û Geşepêdana Aborî ya Almanyayê Schulze civîyaye.

Di hevdîtinê de hat ragihandin ku pêşxistina peywendîyên Almanya li gel Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hevkarîyên hevbeş a di navbera her du welatan de, rêkeftina Şingalê, rewşa Êzdîyan û penaberên li Herêma Kurdistanê û herwiha metirsîyên guherîna keş û hewayê hatine gotûbêjkirin.

Li gor daxuyanîyê, Barzanî spasîya piştevanîya Almanya a ji bo Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û kêfxweşîya xwe li hember rêkeftinên vê dawiyê yên di navbera Almanya û Iraqê de îmze kir dupat kir.

Wezîra hevkarî û geşepêdana aborî ya Almanyayê, di dirêjahîya axaftinên xwe de li ser piştgirîya welatê xwe ji bo Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî ji bo hevkarîkirina di warên pêwîst ên wek sermayeguzarî, perwerde di warên aborî de, diyar kir ku ew amade ne di warê aborî de piştevanîya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.

Back to top button