Serokê Teşkîlata Dijî Terorê ya Iraqê Abdulvahap es-Saadî diyar kir ku ger serokwezîr Mihemed Şîa es-Sudanî talîmatê bide, wek rêxistinên din dikarin li dijî PKKê operasyonê bikin.
Serokê Dezgeha Dijî Terorê ya Iraqê Saadî li Bexdayê du derbarê xebatên dezgeha ku serokatîya wê dike de civînek çapemenîyê li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Saadî, li ser pirsa nûçegihanê AA ya ku ew ê li dijî PKK operasyonê bikin an na, wiha got: “Em wek Midûrîyeta Têkoşîna Dijî Terorê ji bo têkoşîna li dijî her rêxistina terorê amade ne. Di vê gavê de heke Serokwezîrê Sûdanî talîmatê bide em amade ne ku her karekî (operasyonê)pêk bînin “.
Saadî, behsa hevkarîya hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jî kir û diyar kir ku li Hewlêr û Silêmanîyê alayek leşkerî ya girêdayî Hêzên Dije Terorê dikare bê avakirin û got: “Me 40 terorîst ji Hewlêrê wergirtin, em di hemahengiyê de ne”.