Piştî şerê navxweyî yê li Sûrîyê, Sûrîyeyî û bi taybet Rojavayîyên ku ji herêmên di bin kontrola PKK/YPG/PYD reviyane û xwe spartine kampên li bajarên cuda yên Rêveberîya Herêma Kurdistanê, ji ber şer û pevçûnan nikarin vegerin malên xwe.
Li Kampa Domîz a Duhokê 29 hezar û 191 penaberên ji Sûrîyê dijîn. Penaberên Sûrîyê bi wesîleya 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê ji nûçegihanê AA yê re axivîn. Welatîyê kampê Abdurrahman Haydar Recep ê 62 salî, got ku, “Jiyana penaberîyê gelekî zehmet e û em dixwazin êdî dawî li vê jiyanê bê. Em dixwazin şert û mercên Sûrîyê asayî bibin û vegerin ser axa xwe”.
Penaberekî din Adnan Xalid Muhammed ê 36 salî jî diyar kir ku daxwaza wan a herî mezin vegera welatê wan e. Îbrahîm Halîl Kalo yê 41 salî, ku ji bajarê Qamişlo hatiye Dihokê, diyar kir ku bi salan e ji mala xwe dûr dijî.
Kalo diyar kir ku dê û bavê wî li Sûrîyê mane û 11 sal in ew nedîtine. PKK/YPG/PYD ku ji DYA alîkarîya çek û perwerdeyê distîne çaryeka axa Sûrîyê (Rojava) kontrol dike.