Nivîsar

Gelo Colemêrg çi dibêje

 

Gelo Colemêeg çi dibêje

Cengîz Candar di rojnameya Radikal a tirkî de nivîsek li ser aşitiyê nivîsiye û  têde behsa serdana xwe ya bo Colemêrgê dike û  dibêje ku, xelkê Colemêrgê aşitiyê dixwaz in.

Candar di nivîsa xwe de dinivîse “Colemêrg dibêje aşitî” û  li Tirkiyeyê hewcedariya  colemêrgiyan ji her deverên din zêdetir bi aşitiyê heye, lê bi piştguhxistina mafên gelê kurd û  nenaskirina nasnameya gelê kurd aşitî pêknahêt. Gelê Colemêrgê di cografiyeke girtî de dijîn û  di nav sê tixûban de dorpêç kiriye.

Colemêrgiyan li hemû  deverên herêma Kurdistanê xizmên xwe hene. Eger li Şemzînan û  Colemêrgê deriyên tixûb digel herêma Kurdistanê vebin, di warê bazirganî û  aborî de dê Colemêrg û  herêma Kurdistanê yek bigirin û  ew dever dê zîndî bibe û  ji îsolekirinê derkeve. Bi vî awayî Colemêrg hinda nabe û  dê ji bû  lihevnêzîkirina Tirkiye û  herêma Kurdistanê bibe gavek, kanalek giring.

“Colemêrg bibêje aşitî” û  dixwaz in perwerdeya bi zimanê kurdî hebe û  girtiyên KCK bên azad kirin û  PKK jî di nava siyaseta Tirkiyeyê de cî bigire.

 

Back to top button