Rola Nêçîrvan Barzanî di azadkirina şeş êzîdiyan ji destê DAIŞê
Ji sala 2014’an û vir ve ji koma 6417 jinên Êzidî yên hatine revandin heta niha 3668 hatine rizgarkirin.
Nasrat Hacî
Berpirsekî pispor di karûbarên revandiyên êzîdî da li Herêma Kurdistanê hûrgiliyên nû derbarê proseya azadkirina şeş rizgarbûyên êzîdî ji destê DAIŞê eşkere kir, ku di nav wan de bûka “nû” ya bi navê Samiya jî heye. Rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di proseya azadkirina wan da û gihandina wan bi firokeyên taybet bo Kurdistanê.
Berpirsê Ofîsa Karûbarên revandiyên Êzdî li Herêma Kurdistanê Husên Koro ji ajansa Şefeq Newsê li pişt perdê proseya azadkirina bûkê Samiya Simu û hevkarên wê got: “Agahî gihiştina ofîsê ku şeş jinên êzidî yên li welatekî li herêmeke diyar dijîn, ji bo parastina ewlekariya revandiyên din ên ku dibe ku li heman herêmê bin navê wî welatî negot.”
Koro di berdewamiya axavtina xwe da dibêje: “Agahiyên li ser hebûna jinên êzîdî gihandine ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ji bo azadkirina wan jinan û veguhestina wan bo Herêma kurdistanê tedbîrên pêwîst girtin.”
Berpirsê Ofîsa Karûbarên Revandiyan berdewam dike, bê ku hûrgiliyên zêdetir derbarê operasyonê da bide: “Serokê Herêmê firokeyeke taybet şand ciyê revandiyan, û di zûtirîn dem da ew hatin veguhestin bo Herêma Kurdistanê û radestî malbatên wan kirin.”
Koro diyar dike, “Çîroka pêvajoya azadkirina revandiyan bû sedema du şahiyan ya yekê; şahiya azadkirin û vegera wan û ya duyê jî; şahiya lidarxistina daweteke nû ji bo Samiya ya revandî, ya ku di sala 2013an da, piştî çîroka evîna di navbera wan de bi Dexîl Hesen re zewicî bû beriya dagirkirina Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve.”
Koro amaje bi wê yekê jî dike ku, piştî neh salan Samiya revandîn tê azadkirin û vedigera baweşa mêrê xwe Dexîl ku, derseke din ya wefadrî û fedakariyê ye, û da zanîn ku “çîrokên revandiyên êzîdî piştî sal bi dawî nebûne. Ji sala 2014’an û vir ve ji koma 6417 jinên Êzidî yên hatine revandin heta niha 3668 hatine rizgarkirin.”
Samiya Simo, di sala 2014an da di dema dagirkirina Şengalê da ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tevî malbata xwe hat revandin û ji hevjînê xwe Dexîl Heso yê ku ji revandinê sax filitî û koçberî parêzgeha Dihokê bû, cuda bibe.
Samiya cara yekem di sala 2013an da li Şingalê di merasîma dawetekê de ku malbat û xizmên xwe li Şingalê amade bûn zewicî, lê bextewariya zewaca wê bi Dexîl ra zêdetirî salekê nebû. Sala 2014 ji aliyê çeteyên DAÎŞê hat revandin û hevjînê wê neh salan bi êş û azareke mezin li benda wê ma ku hevjîna wî ya revandî azad bibe.
Piştî bêhêvîbûn û bendewriyê dema Dexîlê nûçeya rizgarbûna Samiya hevjîna xwe dibihîzeku hevjîna wî ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin. Ev nûçe piştî neh salên çaverêkirinê ji her kesî ra surprîz bû.
Li salonekê li Xankê ya li rojhilatê Dihokê bi dengê mûzîk û stranan, bi beşdariya bi sedan malbat û kesûkar û oldarên êzîdî yên ku beşdarî merasîmê bûbûn, merasîmek mezin ji bo şehiyan û pîrozbahiyê hat lidarxistin.
Merasîma dawetê bi sponseriya Ofîsa Karûbarên Revandiyên Êzdî ku bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.