Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dizeyî di merasîma roja niştimanî ya Fîlîbînê de ragihand ku, hejmareke berçav ji welatiyên Filîpînî li Kurdistanê kar dikin û pêwendiyên me yên baş ligel Filîpînê hene.
Sefîn Dizeyî got: “Em hêvîdar in ku têkiliyên xwe yên bi Filîpînê re di warê dîplomasî, aborî û warên din de bi pêş bixin.”
Derbarê daxwaz û hemahengiya civaka navdewletî li ser pirsa hilbijartinan, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku civaka navdewletî piştevaniya lidarxistina hilbijartinan dike. Herwiha got, pêwîst e hemû aliyên siyasî piştevaniya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bikin.
Dizeyî derbarê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya sîstema federalî de jî got, li gorî sîstema federalî, Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê û hemû sazî xwediyê rewatiya destûrî ya temam in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mafên xwe tawîz nade.
Herwiha Dizeyî got, Herêma Kurdistanê piştevaniya navdewletî heye û serdana Wezîrê Navxwe bo Amerîkayê jî di çarçoveya wê piştevaniyê de ye.