CivakRojev

DDKD ji “Tifaqa Kurdistanî” veqetiya

DDKDê di daxuyaniyekê de ragihand ku,ew ji “Tifaqa Kurdistanî” veqetiya ye û da xûyakirin ku, “di pêvajoya hilbijartinê de ev tifaq veguheriye amûreke propagandayê”.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) di nav Tifaqa Kurdistanî de hatine paşguhkirin.

DDKDê li ser wê yekê dibêje: “Di nirxandina proseya hilbijartinan û encamên hilbijartinan de, encûmena rêveber a me armanc dikir ku Tifaqa Kurdistanî ya ku me di sala 2017an de di damezrandina wê de cih girt û heta niha jî bi dilxwazî tê de beşdar bûye, bibe tifaqeke herdemî û li gor berjewendiyên neteweyî, lê belê tenê di pêvajoya hilbijartinê de, bi taybetî di hilbijartinên 14ê Hezîrana 2023an de veguherî amûreke propagandayê, bi taybetî di hilbijartinên 14’ê Hezîrana 2023’an de T-KDP û PDK-Bakur ku di nava partiyên girîng ên tifaqê de ne, di xebatên hilbijartinê û danasînê de jî nehatin hesibandin û tifaq bi xwe jî hema bêje hate paşguhkirin.”

Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd ragihandiye, ew aliyên siyasî beşdar di tifaqê de agahdar dikin ku ji roja 14ê Hezîrana 2023an ve ji Tifaqa Kurdistanî derketine, ji ber ku tifaqeke nefunksional hatiye kirin û prensîbên ku tifaqê destnîşan kiribûn nehatine bicihkirin.

DDKDê tekez kiriye, eger di pêşerojê de tifaq û hevpeymaniyek din a Kurdistanî were avakirin ku bi têgihîştineke nû û rêzgirtina ji hev re be, ew ji berpirsyariyê dûr nakevin.

Roja 3ê Nîsana 2023an, ki Ameda Bakurê Kurdistanê “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” bi partiyên Kurdî re hatibû avakirin û deklerasyona xwe aşkere kiribû.

Roja ewil de kifşbû ku, ev Tifaq tenê bi nav ” Tifaqa Kurdistanî ” bû. DDKD her demî li gel HDP hevkarbû û ji bo vê yekêjî kesek ji wan parlementeriya HDPê dikira. Lê vê hilbijartinê de HDP ji bilî Partiya Komunist a Kurdistanê kes ji ” Tifaqa Kurdistanî ” nekir parlementer . Ji xwe her tim HDPê aliyên din yên kuda ji bo xwe kiriye malzemeyeka propagandeyê.

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ji van aliyan hatibû pêkanîn: Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Dmeokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Serokê Giştî yê Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK).

Balkêş e ?
Close
Back to top button