Giringiya serdana Barzanî bo Moskovayê
Şareza û pisporên siyasetê dibêjın ku, serdana heyeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî bo Rusiyayê gringiyeke taybet heye û ji bo pirsa kurd gelek pêwîat e.
Serdana serokê Kurdistanê bo Moskovayê û pêşwazîkirina wî ji aliyê serokomar û wezîrê dever û mezine berpirsên rusî , di warê têkeliyên diplomsî, siays, kulturî û aborî de pêngaveke gelek giring bû.
Dîndar Zêbarî alîkarê berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, girigniya serdana serokê Kurdistanê bo Rusiyayê di van sê xalan de dibîne:
1. Kirîza siyasiya İraqê roj bo rojê kûrtir dibe û nakokiyên navbera Şîye û Suneyan dijwartir dibin, serdana serokê Kurdistanê bo Rusiyayê di vê demê de wê yekê nîşan dide ku, rola Barzanî di îstîqrara İraqê de rolke sereke ye.
2. Serdana serok Barzanî bo Moskovayê ji bo bihêzkina rola kompaniyên surî li herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê neft û enerjiyê de ye.
3. Rola Rusiyaysê li Rojhilata Navîn rêleke mezin e, ji ber hindê ji bo kurdan jî giringe di vê qonaxa dê kurdan jî têkeliyên diplomasiyên saxlem di gel Rusiyayê hebin û divê têkeliyên kurdan bi hemû welatên zilhêz re hebin.
Zêbarî dibêje ku, Rusiya hertim bi pirsa kurd re bûye. Rusiya roleke sereke di îmzakirina rêkeftina 11ê adara sala 1970ê de hebû, ew rêkeftina di navbera şoreşa İlonê a bi serokatiya Mistefa Barzaniyê nemir û hikûmeta İraqê a wî de de hatiye îmza kirin û îtîraf bi mafên kurdan hatiye kirin. Rusiya yekem welatê biyanî bû di sala 2008ê de konsulxaneya xwe li Helêrê vekir.
Salih Mela Omer mamosteyê zanîngehê û şarezayê siyasî serdana serok Barzanî bo Rusiyayê dinirxîne û dibêje ku, Rusiya yek ji endamên daîm yên konseyea ewlekariyê ye û rolek mezin di çareserkirna pirsên Rojhilata Navîn û cîhanê de dibîne û serdana Barzanî bo Moskovayê di paşerojê de dê tesîra wê diyar be.
Salih dibêje ku, pêwîste kurdan têkeliyên diplomasî digel Rusiyayê hebin ji bona ku eger berjewendiyên kurdan li Bexdayê ketin xeterê, yan dema kurda daxwaza serxwebûnê dikin, hîngê Rusiya dikare mafên kurdan li civata Netweyên Yekgirti parêze.