Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, ku li Waşingtonê hevdîtin pêk anîbû, ragihand ku Amerîka piştevanîya statuya Herêma Kurdistanê dike û ezmûna di warê demokrasî û azadîya ramanê de hêja dibînin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, ku di çarçoveya serdanek fermî de li Washingtonê ye, bi şandek bilind ligel berpirsên Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) û Wezareta Derve ya Amerîkayê civîya.
Rêber Ehmed di daxuyanîya ji bo çapemeniyê de diyar kir ku hevdîtin bi encam bûn û encamên baş bi dest xistin. Rêber Ehmed got: “Di hemû hevdîtinan de ji hev têgihiştin û encamek baş hebû. Me li gel alîyan li hev kir ku berjewendîyên me yên hevbeş hene û pêwîstîya me bi pêşxistina wan heye“.
Wezîr Ehmed balkişand ser wê yekê ku Amerîka piştevanîya xwe ji bo Herêma Kurdistanê li ser bingeha Iraqek bihêz dubare kir û got: “Di hevdîtinê de ezmûna Herêma Kurdistanê di warên demokrasî û azadîya ramanê de hat gotûbêjkirin”.
Rêber Ehmed, da zanîn ku di hevdîtinan de aştî û aramîya Iraq û Herêma Kurdistanê jî hatiye nirxandin û got: “Pirsa sereke paraztina Herêma Kurdistanê bû. Herwiha tekezî li ser rola Herêma Kurdistanê wek dost û hevalbendê nêzîk yê Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hat kirin. Destxweşî li Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kirin”.