PKK ragihand ku wan “pêvajoya bêçalakîyê” ya ku di 6ê Sibatê de piştî erdhejên navenda Mereşê ragihandibû, “ji ber êrîşên Tirkîyê bi dawî anîye”.
Di daxuyanîya Hevserokatîya Konseya Rêveber a KCK de hat ragihandin ku ev zêdeyî 4 meh in li dijî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ti tedbîr nayên girtin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de TAFê operasyon û êrîşên xwe dewam dike û “tecrîd” û qedexeya dîtina Rêberê PKK Abdullah Ocalan girantir bûye.
Herî dawî di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ê ji Mêrdînê jiyana xwe ji dest daye û hat gotin, “Em diyar dikin ku ji îro pê ve biryara bêçalakîyê bi dawî bûye”.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku PKK jî di nav de ye, piştî erdhejên 6ê Sibatê yên li navenda Mereşê biryara “bêçalakîyê” dabû.
KCK ragihand ku ev biryar ji ber hilbijartinên parlamento û serokkomarîyê yên 14 û 28ê Gulanê hatiye dirêjkirin.