PolîtîkRojev

Serokwezîr bi Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Hezîrana 2023an pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê Fîras El-Hewarî û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê silavên Şah Ebdullahê Duyem gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna welatê xwe ji bo her hevkariyên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Di vê hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên dîrokî û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de kir û spasiya Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştevaniya berdewam a Urdinê û bi taybetî ya Şah Ebdullah ji Herêma Kurdistanê re dubare kir.

Mijara sereke ya gotûbêjan, pêşxistina pêwendiyên dualî di warê tendirustiyê de û sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya Şahnişîna Urdinê di vî warî de bû.

Back to top button