PolîtîkRojev

Endamên Komîteya Navendî ya PDK-S eşkere bûn

Endamên Komîteya Navendî (MK) ya Partîya Demokrat a Kurdistana-Sûrîyî (PDK-S) ku li Hewlêrê kongreya xwe lidar xist, hatin eşkerekirin.

KDPS-S ku ji sala 1957an ve li Rojava xebatên siyasî dimeşîne, di 10ê Hezîranê de li Hewlêra paytext bi beşdarîya zêdetirî 202 delegeyan kongreya xwe ya 12emîn lidar xist.

Endamên ji bajarên Rojava yên Cezîrê, Kobanê, Efrînê û herêmên Şam û Helebê yên Sûrîyê beşdarî kongreyê bûn.

Ji ber ku Sekreterê Giştî yê Partiyê Siûd Mela carek din nabe namzet, hat zanîn ku sekreterê nû wê ji alîyê endamên Komîteya Navendî ve bê hilbijartin. 29 endam ji bo MK hatin hilbijartin.

Di kongreya de ji bo endamtîya Komîteya Navendî 115 namzet hatin diyarkirin û di nava 115 namzetan de 29 namzet hatin hilbijartin.

Di kongreyê de dengên herî zêde ji bo endamtiya MK Dr. Lezgîn Fexrî 88 deng girt.

Li alîyê din Besê Ebdî bi 84 dengan di nava namzedên jin de herî zêde deng bidest xist.

Endamên KDPS-S li gor hejmara dengên wan ev in:

• Dr. Lezgîn Fexrî

• Besê Ebdi

• Seîd Omer

• Xalid Kemal Derwîş

• Hoşeng Semkemur

• Hecî Kalo

• Hêvi Wanli

• Kamîran Haco

• Nafih Beyro

• Hiyam Ebdulrehman

• Horo Osman

• Mihemed Salih Şîlaş

• Dilovan Robarî

• Hesen Remzî

• Henan Efrîn

• Mihemed Îsmaîl

• Salihê Cemîl

• Ebdulkerîm Mihemed

• Dr. Bijîjk Beşar

• Hisên Şerbet

• Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn

• Serhan Hesen

• Ferhad Şahîn

• Mihemed Elî

• Şêrko Kenaan

• Dr. Ehmed Melek

• Nafih Abdulla

• Ebdulrehman Etar

• Berzan Faris Silêman

• Raid Ehmed Hiso

Back to top button