Civak
Atalay li gel oldarên Kurdistanê dicive
Li Diyarbekirê civînek girîng çêdibe.
Piştî hevdîtinên Îmralî ji raya giştî re hatîn eşkere kirin, hukumet ji bo encamekî li gora xwe bi destbêxe di nav xirecirekî de ye. Hukumet naxwazê însiyatîfê ji destê xwe derêxe.
Di vê çerçovê cîgirê serokwezîr û kesayetê ku di vê pirsê rêve dibe Beşîr Atalay roja çarşembê li gel hinek kesayetên olî ku di herêmê de bandora wan li ser civatê heyî re civînekî li dartêxe.
Di civînê de li ser hevdîtinên Îmralî bête sekinandin û dê fikra kesayetên ku di civînê de amade bibin bête standin. Li gora hinek agahdariyan, hinek şêx, kesayetên olî dê di vê civînê de amade bibin.