Kurdan stratejiya xwe eşkere kir
Li civînê de ku Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Erselan Bayîz Serokê Parlemena Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, pirsên girîngên cûda cûda û ew kêşeyên ku rû bi rûyê pêvajoya siyasî û demokrasiya Iraqê li niha de dibin û rêya çareserkirina wan û çawayiya derbasbûna ji wan tengasiyên ku dûçarî pêvajoya siyasî bûne hate nirxandin.
Li ser asta Iraqê, amadevanan:
1- Ji bo dawî anîna tengasiyan piştgîriya xwe ji bo hewlên Serok Barzanî dûpatkir û daxwaz kirin ku rêzdar li wan hewlên xwe yên bi şêwîrîna li gel aliyê siyasiyên Iraqê da bi mebesta danîna bingeheke dewletekî federalî demokratî damezrayî bi pişt bestina bi destûr û prensîpên pêkve jiyan û rasteqîneyê de berdewam bibe.
2- Tekez li ser prensîpê tewafuq û bi pişt bestina bi peymanên Hewlêr û peymanên dinê navbera hêz û aliyê siyasiyan kirin.
3- Bi lez derxistin û karkirina wan yasayên ku ji bo damezrayî kirina dewleta Iraqa Federal û rastkirina rêrewa hukimranî pêwîstin.
4- Xistine rûya sedemên pêşketina pêvajoya navçeyê û çawayiya muamelekirina li gel wan sedeman de.
5- Bi hêzkirina mekanîzma karkirina nûnerên Kurd li Bexda û bi hêzkirina hemahengiya navbera wan.
6- Tekez li ser yek gotara gelê Kurdistanê kirin û hemû aliyek jî li ser girîngiya parastina yekrêzî û yek helwestiya aliyê siyasiyên Kurd de hev raman bûn.
Li ser asta Herêma Kurdistanê jî, amadevanan tekez li ser berdewamiya pêvajoya çaksaziya li Herêma Kurdistanê kirin.