Polîtîk

Malikî şertên Barzanî qebûl dike

 

Malikî şertên Barzanî qebûl dike

Rewşa serokwezîrê İraqê Nurî Malikî tevlî hev dibe û partiya wî nuha lêdixebite ku, têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê normal bike u şertên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî webûl bike

Piştî xwepêşandanên Suneyan berfireh bûn û hemû wîlayetên piranî mezheb Sune vergirtin û xwepêşandan nêzîkî paytextê, Bexdayê bûn, Elî Sisitanî merceyê Şîeyên İraqê ferman daye Nurî Malikî ku, têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê normal bike û şertên Barzanî jî qebûl bike

Li gor rojnamey Şerqolewsat ku, bi zimanê erebî ji Londonê weşana xwe dike, Sîstanî gotiye ku, têkeliyên kurdan û Şieyan têkeliyên dîrokî ne û bi tu awayê nabe ew têkelî têk biçin

Rojnama navborî dinivîser ku, di bin zixta Sîstanî û di bin zixta xwepêşandanên Suneyan de, Malikî çend pêngav avêtine ku, digel herêma Kurdistanê aşt bibe

– Malkî razîbûye operasyonên Dicleyê hilweşîne ku, ev yek ji şertên serke yên kurdan bû,

– Firokexaneya Kerkûkê  weke firokexaneyeke medenî vegerîna bin kontrola îdareya Kerkûkê

– Careke dın nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê bê vekirin û dest bi karên xwe bike, weke tê zanîn piştî têkçûna navbeyan Malikî û kurda, bi biryara Malikî nûneratiya Kurdistanê li Bexdayê hatibû daxıstın

– Çareserkirina pirsa budceya giştî, budceya pêşmerge, pirsa neft û gazê û pirsên din di demek nêzîk de bi rêya gotûbêjan bên

Li gor wê rojnameyê, Sistanî û aliyên din yên Şîeyan ji Nurî Malikî serokwezîrê İraqê re gotiyr ku, yan divê bi awayekî sertaserî reforman bike û pirsgirêkan çarser bike yan dev ji serokwezîrtiyê ber de û kesek din her ji lîsteya wî bibe serokwezîr

 

Back to top button