Nivîsar

Destkeftinên piçûk, daxwazên mezin, gotinên qelew

Nûrî Çelîk

Bêguman em hemû dixwazin di armancên xwe yên watedar de serfiraz bin. Em hemû dixwazin ne dereng lê di zûtirîn wext de bigihên armanc û hedefên xwe. Herkes dixwaze xewn û xeyalên wan bicirin (bi cîh bên) û bibin siwarê hespê boz. Lê bidestxistina wan armanc û hedefan, pêkhatina wan xewn û xeyalan ne hêsan e. Jê re ked divê, kefteleft divê, xebat û tekoşîn, sebir û bêhnfirehî divê, plan û proje, armancên nêzîk û dûr divê. Ji bo armancên nêzîk taktîk û ji bo armancên dûr jî stratejî divê. Her armanc, her daxwaz di rojekê de pêk nayên. Gav bi gav pêk tên. Bi gav û destkeftinên piçûk meriv xwe nêzîkî armanca xwe ya mezin dike.

Ji xwe re pirtûkekê wek nimûne bigrin. Heger hûn ji rûpela yekem dest pê nekin, hûn nikarin xwe bigihînin rûpela 10em. Heger hûn rûpela 10em nexwînin hûn nikarin xwe bigihînin rûpela 20em. Divê hûn rûpel bi rûpel bixwînin ku hûn karibin pirtûkê biqedînin û bên dawîya wê. Doza millet û welatekî jî wilo ye. Doza Kurd û Kurdistanê wek çiyayê Agirî bilind e. Ji bo tu xwe bigihînî serê çiyê divê tu kevir, teht û zinaran, çem û koncalan, newal û qûntaran derbas bikî. Û ji bo tu xwe bigihînî armanca xwe, divê tu qîma xwe bi her tiştî bînî. Terpilîn heye, seqetî heye, mirin heye, û gelek caran hêvîşikestin û xeyalşikestin jî heye. Heger armanca te hilkişîna serê çiyê be, divê tu li rê û şiverêyên rehet û hêsan bigerî, wan bibînî û ji bo armanca xwe bi kar bînî.

Dibêjin „ dilop bi dilop dibe gol“. Gav û destkeftinên piçûk dibin cokên avê û xwe berdidin ser wê gola ku me ji xwe re kiriye armanc. Yanî, her gav û destkeftinek piçûk dibe çirûskek û rê ji ronahîyê re vedike. Her gav û destkeftinek piçûk ji bo doza me, ji bo armanca me ya mezin dibe pêlikek nêrdewanê. Ew pêlik nêrdewanê temam dikin û meriv bi wê nêrdewanê hildikişe ser banê xênî. Yanî, armanca me xwarina tirî ye, ne lêdana nahtor û rezvan e.

Hewce nake ez bi dûvdirêjî behsa rewşa Bakurê Kurdistanê bikim, hûn tev dibînin û dizanin. Wek dibêjin „ Şar dûr e lê mişar ne dûr e„. Her tişt li ber çav e. Me bi armanc û daxwazên mezin dest bi dozê kir, lê em daketin xişxişê. Yanî, ne sifir, em daketine binê sifirê jî. Kurdistan, Kurdayetî, Kurdî, serxwebûn û piranîya nirxên pîroz li ber têkçûn û windabûnê ne. Hêmana ku milletekî li ser lingan dihêle û dike millet, ziman bi xwe ye. Ferq û cudabûna nava milletan jî ziman bi xwe ye. Ferqa navbera yekî Çînî û yekî Kurd, yan yekî Afrîkî û yekî Kurd, ne reng û çav û dev û lêv in, ziman bi xwe ye. Heger yekî Çînî yan Afrîkî bi Kurdî baxive, zimanê wî Kurdî be, reng û tiştên din tenê neqş in. Heger îro reşikên Amerîkayê dibêjin em Amerîkî ne û xwe Amerîkî qebûl dikin, ji ber zimên e, ji ber zimanê wan yê Ingilîzî ye. Ji ber vê, têkçûna Kurdên Bakur ji têkçûna zimanê wan kifş e. Û têkçûna zimên, asîmîlasyon kefen û mirina milletê Kurd e. Piranîya Bakurîyan îro ew kefen li xwe kiriye û li ber mirinê ne. Ji ber ku ziman hebûn û nasnameya me ye, dema îro şoreşa herî mezin xwedîlêderketina zimanê Kurdî ye.

Ji ber vê ez behsa pêwistî û girîngîya gav û destkeftinên piçûk dikim. Ji ber vê divê em ji daxwazên piçûk û ji serî de dest pê bikin.

Me Kurdên Bakur ji daxwazên mezin, ji serxwebûnê dest pê kir, em li qûnê rûniştin û me qedir û qîmet neda daxwazên piçûk, me bîra van rojan nebir. Em di daxwazên mezin de bi ser neketin. Me daxwazên piçûk piçûk û nehêja dîtin, û îro em nikarin wan jî bi dest bixin. Yanî, em ji dêrê jî bûn, ji mizgeftê jî. Barzanîyan ji roja roj de bi daxwazên piçûk, bi otonomîyê dest pê kirin û îro xwe gihandin federasyonê. Helbet gelek ked û berdêl dan. Lê wan bîra îro dibirin, hesabê pêşerojê kirin. Li gor konjonktor û şert û mercan gav avêtin. Her çiqasî di referandûmê de negihabin armanca xwe jî, dîsa li gor konjonktor û şert û mercan gav avêtin. Dinya, şert û mercên îro êdî têra pêwistîyên dewletan nake. Dinya êdî bersiva berjewendîyên mirov û dewletan nade. Ji ber vê, dinya di pêvajoya şerê sêyemîn de ye. 5-10 salên din çi diqewime kes nizane. Helbet di dilê her Kurdekî de Kurdistanek serbixwe heye. Lê ku roj hat û qewimî, helbet wê tapoya referandûmê cîhê xwe di nav tapoyên xelkê de bigire.

Xwestina daxwaz û tiştên mezin, gotin û kirina gotinên qelew tu fêdeyê nade Kurdan. Kesê ne li şer e helbet şêr e. Mesele ne ew e ku hûn li mala xwe rûnên, li ser dîwanên nerm û li ber kompûterên bedew bi qehremanî  daxwazên mezin bikin. Pirs ew e ka hûn li qadê ne yan na, hûn di nav civakê de ne yan na, kes qîmet dide gotinên we yan na. Çawa be ziman bê hestî ye, û nivîsandin jî karê herî rehet e. Îro şoreşgerîya herî mezin û rehet şoreşgerîya kompûterê û medya civakî ye. Lê rastî cuda ye, zehmet e, bi êş e. Bi daxwazên mezin, bi gotinên qelew, bi xeyalperestî ne şoreş bûye û ne jî dibe. Bi rexnekirinê, bi devavêtin û tohmetê jî şoreş nebûye û nabe. Şoreş li qadê, li meydanê, di nav civakê de dibe. Ev 40 sal in ji rexnekirin û devavêtina hev pê ve me tu xêrek bi hev û bi Kurdan nekiriye. Bi çîrokên berî 40 salî kes nema têr dixwe qurban. Rewş cuda ye, konjonktor, şert û merc cuda ne, daxwaz û armanc cuda ne. Heger tu xwe li gor şert û mercên heyî nehûnî, tu xwe neguherî, kirasekî nû li xwe nekî, tu nikarî daxwazên maqûl û aqlêselîm jî bikî ezbenî. Û mafê te tuneye tu xelkê jî rexne bikî. Ji bo tu xelkê, siyaseta filan û bêvan partîyê rexne bikî, divê tu li qadê bî, ji wan çêtir bixebitî, ji wan zêdetir berdêlan bidî. Yan na kes bi xwezîya negihaye baqê kezîya yabo qurban.

Mifteya serkeftinê ev e; divê em zanibin ku daxwazên me yên mezin di şevekê de, di hefteyekê de, di meh û salekê de pêk nayên. Em mecbûrin girîngîyê bidin gav û destkeftîyên piçûk, wan bi dest bixin, biparêzin û wan ji bo armancên mezin bikin pêpelok û nêrdewan (sêlim). Bi taybet di qada siyaseta legal û parlamentarîzmê de bidestxistina gav û destkeftîyên piçûk wê motîvasyonekê bide me, wê ji bo pêşeroja me hêja û pîroz bin û hûn sax.

Back to top button