Civak

Li Tirkiyê guhartineke mezin di birina Leşkeran de

 
Di birina ciwanan de ji bo leşkeriyê guhartineke mezin di fermanrêznameya Artişa Tirkiyê de çêbû û ev xala zagonê di Rojnameya Fermî de jî hate weşandin.
 
Heta niha ciwanên ku 20 salên xwe dadigirtin û diviya ku wan bibin leşûkeriyê, pêşî ew dibirin nexweşxaneyeke leşkerî û di kontrola heyeta bizişkan re dibihurandin. Ev yek jî pirê caran dibû sergêjî û hin kesên kêmendam jî bûna, herwekî saxlem in û wan dişandin leşkeriyê.

Lê belê li gor vê fermanrêznameya nû ya Artêşê, ciwanê ku çaxê leşkeriya wî bê, pêşî wê here ba bizişkê xwe yê malbatê û leşsaxiya xwe bide kontrolkirin. Eger bizişkê malbatê leşsaxiya wî saxlem bibîne wê here leşkeriyê, yanena naçe. Lê eger bizişkê malbatê nebe, wê here ba bizişkekî herî nêzê devera ku lê dijî. Eger ew jî nebe, wê here nexweşxaneyeka leşkerî û tenê li ba bizişkekî kontrola leşsaxiyê bike.

Back to top button