CivakRojev

Li Rojhilatê Kurdistanê 70 heta 100 hezar kolber hene.

Li Rojhilatê Kurdistanê kolberî bûye parçeyek ji jiyana Kurdan. Bêkarî, kêmbûna derfetên aborî, Kurdan mecbûr dike ku li ser sînoran kolberîyê bikin da ku debara xwe û malbata xwe bikin. Di kolberîyê de û li ser sînoran heta niha bi sedan Kurd hatine kujtin û tên kujtin. Bêderfetî û aborîya xirab berê wan daye kolberîya sînoran û mirin jî tê de hebe tu çareserîyek din ji bo jiyan û debara wan tuneye.

Li gor rapora Navenda Lêkolînê ya Parlamentoya Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê 70 heta 100 hezar kes wek kolber dixebitin û salane bi qasî 1 heta 3 milyar dolar kelûpelan tînin sînorên welêt. 

Di rapora ku ji alîyê Navenda Lêkolînê ya Parlamentoya Îranê ve hatiye weşandin, tê destnîşankirin ku ji ber pirsgirêkên aborî bi taybetî li herêmên sînor yên Rojhilatê Kurdistanê, jin jî di nav de 70 heta 100 hezar kes neçar in ku kolberîyê bikin. Li gor raporê; Her sal bi rêya kolberan di navbera 1 û 3 milyar dolaran de kelûmelên qaçax tên welêt.

Li gor rapora sala 2021an a Navenda Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtî ya Îranê, kolberan bi qaçaxî 20 milyon dolar kelûmelên bi qaçaxî anîne welêt. 

Alîkarê Serokomarê Îranê Mihemed Husênî, ragihand ku hikûmetê, ji bo  çavdêrî û rêxistina bazirganîya li ser sînor û herwiha dabînkirina kar pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Meclîsê kiriye. 

 

Back to top button