CivakRojev

Tatlises cara pêncemîn bû namzetê AK Partîyê

Dibêjin gayê pîr ji pêşbirkê têr nabe, heta bi ser nekeve û qezenc neke her dixwaze bibeze.

Serlêdanên ji bo namzetên parlamenterîyê û namzetên hilbijartinên giştî yên ku wê di 14ê Gulanê de bên kirin, dewam dikin.

Di hilbijartinên 2023an de jî navdarên naskirî ji bo kursiyên parlamentoyê ketin nav çalakîyê. Îbrahîm Tatlises, ê ku berî niha 4 caran ji bo namzedîya ji AK Partîyê serlêdan kiribû, dîsa serlêdan kir. Tatlises belgeyên serlêdana namzedîyê pêşkêşî Serokatîya Bajarê Ruha yê AK Partîyê kir.

Tatlises piştî ku bû namzed daxuyanîya xwe ya ewil da got: “Ji bo xizmeta Ruhaya xwe bikim ey li vir im. Ez 50 caran bûm namzet, ezê ji bo Rihayê 100 carên din jî bibim namzed. Armanca min çareserkirina pirsgirêkên Ruhayê ye. Ezê bêhnek nû bidim siyaseta Ruhayê. Wek hûn jî dibînin ez timî dibêjim Ruha (Şanliurfa. Min heta niha xizmeta hunerî ji Ruhayê re kir, niha jî ez dixwazim xizmetek siyasî jê re bikim. Ez soz didim we. Ez dixwazim karên xweş û xizmetên baş ji Şanliurfayê re bihêlim. Ezê pirsgirêkên Şanliurfayê bi wêrekî bînin zimên”.  

Back to top button