CivakRojev

77. salvegera şehîdên Komara Mahabadê

 

Îro 76emîn salvegera şehadeta Serokê Komara Kurdistanê yê Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên wî ye.

Qadî Mihemed ku Ala Kurdistanê, Sirûda Kurdistanê, kevneşopîya berxwedana bi rûmet û xwerêveberîya Kurdan li pey xwe hişt, bû yek ji navên sembol yên berxwedana gelê Kurd. Di roja 22.01.1946ê de bi amadebûna xelkê Mahabadê, mêvanên herçar parçeyên Kurdistanê, rêvebirên PDKÎ, serokên eşîran,  pêşmerge û Mela Mistefa Barzanî bi serpereştîya Qazî Mihemed li meydana Çarçira ya Mahabadê, ala netewî ya Kurdistanê pêl da û sirûda netewî hat xwendin. Bi xwendina Ey Reqîp û duayan Komara Kurdistanê hat ragihandin. Di 11ê Sibata 1946an de, di civîna Meclîsa Millî ya Kurdistanê ku ji 30 endaman pêk dihat, Qazî Mihemed ji bo serokkomarîyê hat hilbijartin. Lijneya Wezîran a ji sêzdeh kesan hat avakirin Hacî Baba Şêx ji bo serokwezîrtîyê, Mihemed Husên Seyfî Qazî Wezîrê Parastinê û Mela Mistefa Barzanî jî wek Serokê Sererkanîyê hat hilbijartin. Di heman rojê de Meclîsa Millî ya Kurdistanê Kurdî wek zimanê fermî yê dewletê, “Ey Raqîb” sirûda Kurdistanê û ala rengîn jî wek ala Kurdistanê hilbijart.

Meclîsa Millî ya Kurdistanê biryar da ku qada perwerdeyê baştir bike û yasayên damezrandina perwerdeya seretayî ya giştî û mecbûrî derxist. Ji zarokên malbatên feqîr re alîkarîya aborî, cil û berg û pirtûkên dersê hatin dayîn. Meclîsê bal kişand ser girîngîya xebatên çandî û pêşî pirtûkên helbestên du helbestvanên Kurd Hejar û Hêmin li çapxaneya dewletê çap kir. Di demek kurt de dibistanên Kurdî hatin avakirin û perwerdeya bi Kurdî dest pê kir. Di vê çarçoveyê de rojnameya “Kurdistan” û kovarên Hawar, Hilale, Agir, Gelawêj û Niştiman derketin. Weşanên radyoya Kurdî hatin destpêkirin û ji bo pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî çalakî hatin lidarxistin. Dema ku Sovyet di 9ê Gulanê de ji axa Îranê vekişîya, artêşa Îranê di 17ê Kanûnê de êrîşî Mahabadê kir û Komara Kurdistanê wêran kir. Di 30ê Adara 1947an de Serokkomar Qazî Mihemed, Serokwezîr Hacî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê Mihemed Husên Seyfî Qazî li Meydana Çarçira ya ku komar lê hatibû avakirin, hatin darvekirin.

Qazî Muhammed di wesiyetnameya xwe de bi van gotinan hişyarîya yekîtî û tifaqê da Kurdan: “Ez saetên dawî yên jiyana xwe dijîm. Ji bo Xwedê êdî dijminatîya hev nekin, piştgirîya hev bikin û li hember dijmin û zaliman bisekinin. Xwe belaş nefiroşin dijmin.

Dijminên gelê kurd pir in, zalim û hov in. Sembola serkeftina her gel û neteweyekî yekîtî, hevkarî û hevgirtin e. Her gelê ku yekîtîya xwe neparêze û nebe tifaq, her tim di bin zexta dijmin de ye û tê perçiqandin. Tiştekî Kurdan ji gelên din yên li ser rûyê erdê dijîn kêm nîne. Bi rastî jî bi lehengî û fedakarîya xwe hûn li pêşîya gelên ku ji bindestiyê rizgar bûne de ne. Dijmin bi qasî ku karê wî bi te hebe te dixwaze û piştî ku karê wî biqede, qet ji te razî nabe, tucarî te efû nake. Gelên ku ji çewsandina dijminên xwe xilas bûn, wek we bûn, lê ji bo rizgarîyê bûn yek. Wek hemû gelên li ser rûyê erdê ji bindestîyê xilas bibin. Ger hûn bibin yek, hesûdîya hev nekin, xwe nefiroşin dijmin hûnê jî xilas bibin.”

Em wek Rojeva Kurd hemû şehîdên Komara Mahabadê û şehîdên Kurd û Kurdistanê yad dikin, ruhê wan şad û cihê wan bihuşt be.

Back to top button