CîhanRojev

Forbes: Kirîna sîstema berevanîya asmanî metirsîyê li ser kesî çênake

Herêma Kurdistanê di bin xeterîya êrîşên DAÎŞê û dewletên cîran de ye. Bi taybet balafirên bêmirov ji bo Herêma Kurdistanê xeterîyên mezin in û li dijî êrîşên van balafiran pêwistîya Herêma Kurdistanê bi çekên girantir heye.

Li gorî agahîyên ku di gotara kovara Forbes a Amerîkî de belav bûye, dayîna sîstema berevanîya asmanî C-RAM bo Herêma Kurdistanê wê li hember êrîşên firokeyên bêmirov û mûşekan bi bandor be. Di gotarê de teqezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku dabînkirina Hewlêrê bi çekên dijfirokeyên Gepard yên Almanî û herwiha C-RAM, wê li hember van êrîşên firokeyên bêmirov xwedî bandor be.

Hat destnîşankirin ku ji bilî dayîna sîstema dijî mûşekî ji bo Herêma Kurdistanê, radestkirina hin helîkopterên ji cûreyên AH-6 jî wê di şerê li dijî DAIŞê û hêzên mîna wan de alîkarîya asmanî ji pêşmerge re bike. Di gotarê de teqezî li ser wê yekê hat kirin, ku heger Herêma Kurdistanê helîkopterên bi vî rengî û hinek sîstemên berevanîya asmanî hebin, metirsîyê li ser ti alîyekî nake, belku wê piştgiriyek girîng bide hêzên pêşmerge.

Helîkopterek şer a AH-6an bi qasî 2 milyon dolarî ye.

Back to top button