Polîtîk

Wesiyetnameya Celal Talebanî

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî wesyetnameya xwe  teslîmî  Dilêr Seyîd Mecîd dike da piştî wefata wî, ew wê wesiyetnameyê  bighîne polîtburoya YNKê,  lê berpirsên YNKê dibêjin ku, haya wan ji wê wesyetnamê nîne.

Li gor rojnameya Basê, ji xeynî Dilêr Seyîd Mecîd haya kesekî din ji wê wesyetnameyê heye ku, Talebanî nivîsiye, herwiha Dilêr Seyîd bi xwe jî ji hinek endamên serkirdayetiya YNKê re qala wê wesyetnameyê kiriye neku berî Talebanî koça dawî bike. Herçiqas hîç postekî hizbî yê Dilêr Seyîd Mecîd nîne, lê belê tevlî piraniya civînên vê dawiyê yên serkirdayetiya YNK-ê bûye û piraniya serkirdayetiya YNK-ê rêzê lê digirin û cihê baweriya wan e.

Li gor agahiyên Basê, ew wesyetnameya han bi dahatûya nav YNK-ê ve girêdayî ye, lê belê niha ne haya Dilêr Seyîd Mecîd û ne ya hîç berpirsekî din ê YNK-ê ji naveroka wê wesyetnameyê heye.

Şeva 16-17/12/2012 Serokkomarê İraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî, ji ber têkçûna rewşa tendirustiyê rakirina nexweşxaneya Bexdayê û piştre ji bo çareseriya pêwist veguhestin Elmanya. Her ligel nexweşketina Talebanî di proseya siyasî ya İraqê û herêma Kurdistanê û nav YNKê de jî lasengiyek çêbû.

Back to top button