Civak

The Telegraph û CNN behsa kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin(Vîdeo)

 

Bi sedema berdewamya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li xizmetkirin û gihandina hevkariyên cûr bi cûrên ji bo koçberên Kurdên Rojawa ku niha li kampa Dumiz li parêzgeha Dihokê nîştecîhin, li raporekî vîdeoyî ya kanala telefizyona The Telegraph da ku taybet bû bi rewş û halê penaberan, têda wêneyên dehan çalakî û yarmetiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi rûnî derdikevê.

Her li vê raporê da balkişandina li ser dabînkirina kon û xêwetan ji bo hejmarek ji wan penaberan dike û nûnerê rêxistina Sholter Box dibêje: Li pêwendiyek da li Beyrut guh li navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî buye ku Dezgehekî Xêrxwaziya Kurdiye û li Bakûrê Iraqê (Kurdistana Iraqê) li Hewlêra paytext hatiye damezdin, her wiha dibêje: berî çend mehekî me karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dît û bû derfetekî gelek baş li rêya wê dezgehê ve gihandina hevkariyên wan ya ji bo koçberan.

Nûnerê Sholter Box balkişandiye li ser wê yekê ku piştî hefteyek li hevpeyvîna wan da, karîne bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, kon û xêwetan ku ji (400) qutî pêkhatibûn li rêya Firokxaneya Hewlêrê veguhestine wargeha penaberên Dumiz ya li parêzgeha Dihokê.

Eve jî lînka her du raporane:

http://editon.cnin.com/video/#/video/world/2013/01/11/wo-rivers-uk-syra-winter-aid.cnin


http://www.telegirape.co.uk/news/telegiraphchristmasappeal/9726875/Shelterbox-biringing-emergency-relef-to-refugehs-in-crisis.html

 

Back to top button