Parlamentoya Ewropayê Piştgiriya Kurdistanek bi hêz dike
Serdan û hevdîtinên nûner û rayedarên Yekîtiya Ewropayê yên bi rayedarên Herêma Kurdistanê re zêdetir dibin. Hevdîtin, têkilî û peyamên ku tên dan ji bo pêşeroja Kurdistanê gavên erênî û hêviyên mezin didin.
Şanda Parlamentoya Ewropayê (PE) ya bi serokatiya Berpirsa Peywendiyên ligel Iraqê Sarah Skyttedal serdana Kurdistanê kir û bi Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir. Şanda Parlamentoya Ewropayê, di derbarê armanca serdana xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê de agahdarî dan û ragihand ku ew amade ne pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê geş bikin û got: „Parlamentoya Ewropayê li Iraqê piştevaniya Kurdistanek bihêz dike“.
Di hevdîtinê de li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê yên li ser esasê destûrê hat gotûbêjkirin.