
Di Parlamentoya Ewropayê de konferansek li ser Tirkiyê hat lidarxistin û di konferansê de Raportorê Tirkiyê Nacho Sánchez Amor agahî dan.
Amor, da zanîn ku têkiliyên wî yên demdirêj bi Tirkiyê re hene û bal kişand ser pirsgirêkên endamtiya Yekîtiya Ewropayê.
Raportorê daîmî got: “Pêşketina Tirkiyê yek ji wan mijaran e ku min di raporên xwe de herî zêde binê wê xêz kiriye. Ew welatek berendam e, lê pêvajoya endamtiyê defakto rawestiyaye. Di raporê de em behsa kêmasiya pêşveçûnê dikin. Berevajî welatên din yên otorîter, li Tirkiyê di pîvanên demokratîk de kêmanî heye. Pêvajoya endamtiyê jî bi pêş nakeve. Sedema sereke ya vê yekê jî nebûna îradeya siyasî ya ji bo pêşdebirina reformên demokratîk e.
Amor, anî zimên ku pozîsyona jeostratejîk a Tirkiyê ji bo Ewropayê ne girîng e û bi vî rengî ne endam e û got, “Ji bo me pîvana pêşketina Tirkiyê di qada demokrasiyê de ye. Lê di vî warî de tu pêşketin tuneye”.
Amor, anî zimên ku ew li ser HDPê jî lêkolînan dikin û got,“Ez her tim bi hevalên xwe yên HDPê re diaxivim. Derxistina HDPê ji pergala siyasî ne tenê ne hiqûqî û neheqî ye, di heman demê de xeletiyek mezin a siyasî ye. HDP di heman demê de ji bo rêlibergirtina şîdetê aktorek sereke ye. Di encamê de ezê paraztina mafên welatiyên Tirk yên bi eslê xwe Kurd û HDPî ne bidomînim”.