Pêşniyaza vekişîna hêzên Amerîka ji Rojava hat redkirin

 

Meclisa Nûneran a Amerîkayê, bi piraniya dengan pêşniyaza ku tê de tê xwestin di 180 rojan de nêzî 900 leşkerên Amerîkî ji Sûriyê vekişin, red kir.

Pêşniyaza ku ji hêla Matt Gaetz, Endamê Komarî yê Meclîsa Nûneran a Florida ve hatî amadekirin, tenê ji 103 kesan piştgirî dît. 321 endaman bi hinceta DAIŞê pêşniyaz red kirin.

 Gaetz, piştî ku meha borî li Rojava 4 leşkerên Amerîkî di êrîşa helîkopterê de birîndar bûn, pêşniyaza qanûnê amade kir. Siyasetmedarê Komarî, di vê pêşniyaza qanûnê de dixwest ku leşkirên Amerîkî ji dojeha Rojava û Sûriyê derkevin û vegerin Amerîkayê.

 Ji aliyê din, ş Serokê Komarî yê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Meclîsa Nûneran Michael McCaul, piştgirî da hebûna leskirên Amerîkayê û got ku hebûna leşkerên Amerîkî li Sûriyê rewa ye û bal kişand ser wê yekê ku Amerîka sala borî 466 endamên DAIŞê kujtine û 250 ji wan dîl girtine.  

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: