Ezê Aydinê ji kurdan pakij bikim
Parlementerê Ak Partî yê bajarê Aydinê di civînek ya partiya xwe li Aydinê Axavtinek kir. Parlementerê Ak partiyê Mehmet Erdem di axavtina xwe de got ku, seroka bajarvaniya Aydinê dibêje ezê bajarê Aydinê ji Kurdan pakij bikim.
Di vê derbarê de Mehmet erdem got: Seroka Bajarvaniyê Özlem Çerçioğlu di nava leyiztikek gelek xirab de ye. Özlem Çerçioğlu muxtarên devere kom dike û ji wan re dibêje“ ezê Aydinê ji Kurdan pakij bikim“ Em dixwazin hinek pirsan çareser bikin lê CHP nahile. Ev siyaseta ku seroka bajarvaniya Aydina ya ji CHPê Özlem Çerçioğlu dike siyasetek nijadperestiye..
Özlem Çerçioğlu serokê bajarvaniya Aydinê ye û ji CHPê ye. Özlem Çerçioğlu di derbarê gotinên parlementerê Ak Partiyê de daxuyanîk da û ev gotin inkar kirin. Özlem Çerçioğlu dibêje ku min gotinên bi vê awayî nekirine. Lê li bajarê Aydinê ev yek di nava xelkê de gelek tê gotubej kirin.
Wek tê zanîn li Bakurê Kurdistanê ji bo terora dewletê bi hezaran gund vala bûn û nêzikî 4 milyon kurd ji dev mal û milkên xwe berdan koçber bûn. Gelek kurd li devera Aydinê jî cih bûne.