Leşkerên Malikî 50 welatî kuştin
Li gora nûçeya Kurdistan TVê, li bajarê Felûceyê welatî û xelkê Deverê bi mebesta şermezar kirina siyasetên Serokwezîrê Îraqê û awaya birêvebirina welat ji aliyê Malikî ve dest bi xwepêşandaneke girseyî kirin.
Hîn nû xwepîşandan destpê kiribû ku, leşkerên ser bi Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî li ser Xwepîşanderan gole barandin û di encam de zêdetir ji 50 welatî ku, piraniya wan jin û zarokên canê xwe ji dest dan.
Piştî bîstina nûçeya êrîşa leşkeran bo ser xelkê, xelk bi awayekî girseyî êrîş kire ser leşkerên Malikî û pevçûnek qewmî û Xwepîşander jî çendîn wesayêtên leşkeran şewtandin.
Hevdem pişî piştî belav bûna vê nûçeya han piştî nivêja Înê li piraniya Bajarên Îraqê him li dijî Malikî him jî bi mebesta protesto kirina ev êrîşa han dest bi xwepîşandanên girseyî kirin.